Li Walesê ziwayî hat îlankirin

Ofîsa Kehnîyên Neteweyî ya Walesê (NRW), îlan kir ku li gelek herêmê mezên yên Walesê ziwayî tê jîyankirin.

Ekleme: 20.08.2022 11:20:29 / Güncelleme: 20.08.2022 11:20:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

NRW di daxuyanîya xwe de destnîşankir ku, li herêmên Bakura Ceredîgîon, Teîfî, Pembrokeshîre, Carmarthen, Swansea, Llanellî, Neath Port Talbot û Brîdgenda Walesê ziwayî tê jîyankirin.

NRW weha got, “Me biryar da ku li Başûr û Rojavayê Walesê ziwatiyê ragihînin piştî ku eşkere bû ku nebûna baranê û germahiya vê dawiyê zextek mezin li ser çem, çavkanî û asta ava bin erdê me dike.”

Her wiha hate gotin ku ev rewş dibe ku bandoreke neyînî li gelek cureyên zindî û jîngehên xwezayî bike û her wiha li ser peydakirina avê jî bandor bike. (ÎLKHA)