Li Afyonê otobûseke rêwîyan qelibî: Mirîyek, 30 birîndar

Hat destnîşankirin ku li navçeya Sandikliya Afyonê otobûseke rêwîyan li şerempolê qelibî, di encama qezayê de 1 kes canê xwe ji dest da û 30 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 20.08.2022 10:35:30 / Güncelleme: 20.08.2022 10:35:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin otobûseke rêwîyan ya ku aîdê Pamukkale Turîzmê ye, ji ber ku şofêrê otobûsê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li ser rêya Entelya-Afyonê li şerempolê qelibî.

Di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da û 30 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar, bi ambûlansan hatin rakirin nexwaneyên li Afyonê. (ÎLKHA)