Li Misirê otobûs û qemyon li hev qelibîn: 7 mirî

Di qezaya ku li bajara Mîneya Misirê pêk hat de 7 kes mirin, 22 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 20.08.2022 10:05:29 / Güncelleme: 20.08.2022 10:05:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li ser rêya çola bajara Mînyeyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Misirê hatine bidestxistin otobûseke rêwîyan û qemyonek li hev qelibîn. Di encama qezayê de li gorî dîyarîyên ‘ewil 7 kes mirin û 22 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)