Serokkomar erdogan, bi Herzog re li ser telefonê hevdîtin kir

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, bi Îsaac Herzogê bi gotin serokkomarê rejîma îşxalker a sîyonîst re li ser telefonê hevdîtinek kir.

Ekleme: 19.08.2022 16:15:41 / Güncelleme: 19.08.2022 16:15:41 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Serokatîya Ragihana Serokkomarîyê ve hat belavkirin, weha hat gotin:

“Di hevdîtinê de, minasebetên Tirkîye-îsraîlê û meseleyên heremî hatin gotûbejkirin.

Serokkomar Erdogan, di hevdîtinê de, îfade kir ku ew qerara tayînkirina sefîran ya beramberî, ji bona minasebetên Tirkîye-îsraîlê li ber başê biçe gaveke baş dibîne.

Serokkomar Erdogan destnîşan kir ku bi tayînkirina sefîran minasebetên wan ew ê bikeve rewşeke nû û lezekî bidest bixe, ew anît ziman ku ew li alîyê pêşvebirina dîyalogê û hevkarîyê di bingeha hurmetê ya beramberî de ne.” (ÎLKHA)