Rejîma Sûriyê êrîşî sivîlan kir: Herî kêm 13 kuştî û gelek birîndar hene

Li gorî agahiyên destpêkê, di êrîşa mûşekî ya li navenda navçeya El Babê ya li bakurê Sûriyeyê de herî kêm 13 sivîl mirin û 42 sivîl jî birîndar bûn.

Ekleme: 19.08.2022 15:40:39 / Güncelleme: 19.08.2022 15:40:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, rejîma Sûriyeyê û komên girêdayî wê li bajarê El Bab ê Bakurê Sûriyeyê ku li ser sînorê Tirkiyeyê ye, bazareke giştî bi mûşekan hat hedefgirtin.

Di êrîşê de herî kêm 13 sivîl mirin û 42 sivîl jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku ji çapemenîya mehellî hatine girtin, hate diyarkirin ku gelek birîndarên giran hene û fikar hene ku hejmara miriyan zêde bibe. (ÎLKHA)