Li Nîjeryayê qezaya trafîqê: 10 mirî

Di encama li hev qelibîna qemyonek û 6 erebeyan de li wîlayeta Plateauya Nîjeryayê, 10 kes canê xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 19.08.2022 09:20:13 / Güncelleme: 19.08.2022 09:20:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin qeza li ser rêya Plateau-Bauchîyê pêk hat, lê sedema qezayê hêj nayê zanîn û qemyonek û 6 erebe li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 10 kes canê xwe ji dest dan, 15 kes jî birîndar bûn.

Hat hînbûn ku rewşa hinek birîndaran giran e û ji ber zêdebûna hejmarê mirîyan endîşe tê kirin. (ÎLKHA)