Ûkrayna: 44 hezar û 300 leşkerên Rûs hatin kuştin

Ûkrayna diyar kir ku ji artêşa Rûsyayê heta niha 44 hezar û 300 leşker, 234 balafir, 197 helîkopter û 1889 tanq hatiye îmhekirin.

Ekleme: 18.08.2022 13:50:39 / Güncelleme: 18.08.2022 13:50:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokatîya Serefkanîya Ukrayna'yê, daneyên mirîyan yê ku piştî êrîşên Rusya'yê yên ku di tarîxa 24'ê Sibatê de hatibû destpêkirin nû kir.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di navbera tarîxên 24'ê Sibatê û 12'ê Tebaxê de 44 hezar û 300 leşkerên Rus hatin kuştin.

Li gorî daxuyanîyê hat destnîşankirin ku 234 balafir, 197  helîkopter, 1889 tanq, 4 hezar û 179 erebeyên bi zirx, 1010 top, 136 heb sîstema parastina hewayê, 793 heb balafirên bêînsan, 265 roketavêj yên Rusya'yê hatin îmhekirin. (ÎLKHA)