Li Pakîstan'ê lehî: 14 mirî

Li Pakîstan'ê di lehîya ku ji ber barana zêde rabû de di 24 se'etên dawî de 14 kes jiyana xwe ji dest dan, 14 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 18.08.2022 13:30:36 / Güncelleme: 18.08.2022 13:30:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya ku ji teref Otorîteya Rayedariya Bobelatê ya Neteweyî ya Pakîstan'ê ve hat dayîn de,  hat diyarkirin ku di nava 24 se'etên dawî de ji ber baranên zêde yên mûsonê lehî û sêlav çêbûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, 5 jê zarok, 8 jê jî pîrek 14 kesan jiyana xwe ji dest da, 14 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin li wilayeta Xeyber-Pextûnxwa ya bakûrê rojavaya welat de 10 kes, wilayeta Sîndh'ê jî 4 kesan mirine her wiha 352 xanî jî hilweşîyan e.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku, ji navenda hezîranê vir ve li Pakistan'ê hejmarên mirîyên ji ber baranên mûsonê 139'ê jê pîrek û 238'ê jê zarok bi tevahî 649 kes mirine, 1030 kes jî birîndar bûn e. Her wiha 72 hezar û 871 mal, 129 pir, 43 kargeh jî yan hilweşîyan yan jî xerabûn. (ÎLKHA)