Li Herêma Kurdistanê di bergeha pekata malbatê de qerara qedexekirina hinek malperan hat dayîn

Birêveberîya Herêma Kurdistanê ji bo parastina gel a ji bo li dijî malperên ku bêexlaqîyê belav dikin, qerara qedexekirina hinek malperan da.

Ekleme: 18.08.2022 13:09:58 / Güncelleme: 18.08.2022 13:09:58 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî qerarnameya ku ji teref Wezareta Ragihandin û Gihandinê ya Herêma Kurdistanê ve hatiye girtin ew ê şîrketên înternetê paketên malbatê bi kar bînin.

Li gorî qerara ku hatiye girtin ew ê ew malperên ku li ser wan bêhurmetiya li hember dîn, pêxember û kitêbên pîroz  tên kirin û zirarê didide  pêkvejiyana olî û etnîkî û her wisa weşanên bêexlaq dikin bên qedexekirin.

Kesên ku li gor qerara ku hatiye dayîn hereket nekin ew ê bên cezakirin. Bi vê qerarê tê armanckirin “Li Herêma Kurdistanê exlaq û jiyana malbatê bê muhafezekirin û zirarên neyînî yên înternetê bên kêmkirin.”(ÎLKHA)