Li Çîn'ê lehî: 16 mirî, 36 windayî

Di lehîya ku li wilayeta Çînghay'ê bakûrê rojavayê welat pêk hat de 16 kes mirin, ji 36 kesan jî xeber nayê girtin.

Ekleme: 18.08.2022 12:05:33 / Güncelleme: 18.08.2022 12:05:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li wilayeta Çînbhay'a Çîn'ê ji ber baranên zêde lehî rabû.

Lehîya ku di navçeya xweser a Datong Hûî û Tû'yê girêdayî bajarê Şînîng'ê pêk hat de 16 kes mirin, 36 kes jî winda bûn.

Li rojhilat û başûra Çîn'ê germahîyên zêde yên 60 salên dawî hat qeydkirin.

Di Lehîya ku li Zozana Tîbet-Çînghay a Hîmalaya yan pêk hat de nîşan dide ku mercên avhewayê diguhere. (ÎLKHA)