Qemyoneta ku karkerên findiqan vediguhast qulipî: 13 birîndar

Li Ordû'yê, di encama qulipîna qemyoneta ku karkerên findiqan vediguhast de 13 kes birîndar bûn.

Ekleme: 18.08.2022 11:25:34 / Güncelleme: 18.08.2022 11:25:34 / Xeberen Kurdi / Ordu Haberleri
Destek için 

Qeza li Mehela Çubukluya navçeya Ulubey'ê  pek hat.

Li gor agahiyên hat bidestxistin, qemyoneta ku di bin kontrola Î.G. de bû dema ku karkerên findiqan dadixist hereket kir.

Di encama hereketkirinê de qemyonet qulipî û 13 kesên di qemyonetê de bûn birîndar bûn.

Birîndar bi ekîbên tendirustîyê ku li ser xeberdayînê hatibûn cihê bûyerê ve hatin birin nexweşxaneyên derûdorê. (ÎLKHA)