Li Fasê otobusa rêwîyan qulibî: 15 mirî 37 birîndar

Di encama qezaya ku li wîlayeta Hurîbgaya Fasê pêk hat de 15 kes canê xwe ji dest dan û 37 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 18.08.2022 10:30:38 / Güncelleme: 18.08.2022 10:30:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li herêma Ayt Attabayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusek rêwîyan a ku ji Kazablankayê ber bi herêma Ayt Attabê ve diçû ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn qeza kir. Di encama qezaya ku pêk hat de 15 kes canê xwe ji dest dan û 37 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)