Li Cezayîrê di daristanê de şewat: 26 kes canê xwe ji dest dan

Di encama şewata daristanê ya ku li bajarên bi navê et-Tarîf û Setîfa Cezayîrê berdewam dikin de heta niha 26 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 18.08.2022 09:55:36 / Güncelleme: 18.08.2022 09:55:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Wezîrê Karên Hundir Kemal Belcûd ve daxuyanîyek hat belavkirin. Belcûd di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ji ber şewatên ku berdewam dikin heta niha li Tarîf 24 kes û li Setîfê jî 2 kes canê xwe ji dest dan.

Midaxeleya li şewatê bênavber berdewam dike.(ÎLKHA)