Di trêna ku di nav agir de mabû 20 rêwîyên wê birîndar bûn

Li Îspanya'yê trêna ku ji daristana dişewitî derbas dibû 20 rêwîyên wî birîndar bûn.

Ekleme: 17.08.2022 15:10:15 / Güncelleme: 17.08.2022 15:10:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di nav trêna rêwiyan a ku li herêma Valencîaya Îspanya'yê ku şewata daristanê li wê derê dewam dikir de derbas dibû, di encama rêwiyên trênê ên ku di nav panîkê de hewl dan ku birevin de, 3 jê giran herî kêm 20 kes birîndar bûn.

Di trêna rêwîyan de ku ji Sagunto diçû Zaragozayê dema ku makînîst dît agir ber bi rêhesin ve tê xwest kû trênê vegerîne. Di wê demê de rêwîyên ku şewatê dîtin ketin panîkê û pacê şikenandin û xwe ji trênê avêtin.

Berdevka şirketa Îspanyol a rêhesînê Renfe'yê daxuyaniya xwe de werê got, "Dîtin ku dora wan bi agir dorpêçkirîye û vegerîyan trênê û di piran de şewat çê bûbû."

Rayedaran ragihandin ku di trênê de 48 rêwî hebûn, 3 jê giran 20 kesan jî birîndar bûn." (ÎLKHA)