Li Meletî qeza: 4 birîndar

Li Çirmik'a navçeya navenda Meletî'yê di encama qezaya ku 2 'erebe li hev qelibîn de yek jê zarok 4 kes birîndar bûn.

Ekleme: 17.08.2022 11:40:34 / Güncelleme: 17.08.2022 11:40:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li Gundê Gorgu ya rêbeja Enqere-Meletî'yê de di se'et 19.45'an de qewimî. Li gor agahiyên hat bidestxistin pîqaba bi plakaya 44 HK 402 ku di bin kontrola A.A. de bû û ji îstîqameta ji Gundê Gorgu yê dihat dema li ber îstîqameta Enqere'yê dizîvirî, li 'erebeya ku bi plakaya 44 ACJ 768 ya di bin kontrola M.N. (50) de bû û ji îstîqameta Enqere'yê dihat ve qelibî.

Di qezayê de ajokera otomobîlê M.N. û rewîyên bi navê Z.N, M.N. û zarokê bi navê A.N. birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ekîbên tendirustî, polîs û îtfaiye hatin cihe bûyerê.

Birîndar piştî midexaleyên 'ewil a li cihê bûyerê hatin birin nexweşxaneyê, derheqê qezayê de jî tehqîqet hat destpêkirin. (ÎLKHA)