Ji bona zarokên ku li Filistînê hatin şehîdkirin banga “tehqîqeta navneteweyî”

Iştîyyeyê Serokwezîrê Filistînê di piştî şehîdkirina 5 zarokên Filistînî yên ku ji teref êrîşa rejîma îşxalker a sîyonîst ve li Xezzeyê kiribû de, banga “tehqîqeta navneteweyî” kir.

Ekleme: 17.08.2022 10:50:32 / Güncelleme: 17.08.2022 10:50:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Muhammed Iştîyyeyê Serokwezîrê Filistînê, derheqê êrîşên rejîma îşxalkeran de ku di 7ê Tebaxê de li Xezzeyê kiribû û 5 zarokan jî şehîd kiribû de xwest ku bila “tehqîqeta navneteweyî” bê kirin.

İştîyye, li Ramallahê civîneke çapemenîyê tertîp kir, di civînê de daxuyand û xwest ku bila derheqê şehîdbûna 5 zarokên ku ‘emrên wan di navbera 3 û 16 salî de ne û di encama êrîşa îşxalkeran ku li herêma Cebalîyeya Xezzeyê li goristanekî kirin de daxuyanîyan da.

Iştîyye, di axavtina xwe de bal kişand ku rejîma îşxalker li wan êrîşan xwedî derdikeve û weha axavtina xwe domand, “Naskirina komkujiya goristana Cebeliyê ji aliyê îşxalkera ve, dadgehên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dixe nava ceribandina pêbawerî û dilpakiyê da ku bêyî pîvanên dualî vê qetlîamê çareser bikin. Di qetlîamên ku di dema êrîşên artêşa îşxalê de ya ku di demeke nêz de li Xezzeyê ji xelqê me re kir de ji sabiqaya îsraîlê re ku li dadgehên navneteweyîyê de ye yek qetlîamekî nû jî nivisand.” (ÎLKHA)