Li Dîyarbekirê gur ket nav kerîyê pez

Hat destnîşankirin ku li navçeya Çinara Dîyarbekir gur ket nav kerîyê pez, 5 mêşînan telef kir û 6 mêşinan jî birîndar kir.

Ekleme: 17.08.2022 10:35:35 / Güncelleme: 17.08.2022 10:35:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li gundê Xirbêsitîla ku 40 kîlometre dûrê navenda bajêrêye pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, doh di seat 16.00an de gur êrîşî kerîyê pez ên ku aîdê Îzzettîn Karacadaxê ye kir. Di encama êrîşî guran de 5 mêşin telef bûn, 6 mêşîn birîndar bûn û 2 mêşîn jî winda bûn.

Tê fikirandin ku mêşinên winda ji teref guran ve hatibin birin. (ÎLKHA)