Neteweyên Yekbûyî 44 mîlyon dolar alîkariya însanî wê ji Yemen'ê re bike

Neteweyên Yekbûyî, diyarkir ku ji bo krîza xidayê ya li Yemen'ê di meblaxa 44 mîlyon dolaran de pêdanîya alîkarîya 'acîl hat tehsîskirin.

Ekleme: 17.08.2022 10:20:32 / Güncelleme: 17.08.2022 10:20:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî yên Netewên Yekbûyî (OCHA), ragihand ku krîza însanî yên li Yemen'ê ku ji ber şerê navxweyî mezin dibe gihaştiye asteke talûke.

Di daxuyaniya nivîskî ya ji teref ofîsa OCHA'ya ku li Yemen'ê ye hat kirin de werê hat gotin, "Ji bo xebatên alîkarîya însanî ya 'acîl ê ku li Yemen'ê tê kirin 44 mîlyon dolar destek hatiye hilanîn."

Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat parvekirin ku alîkarî ya ku tê xwestin ku li 17 herêmên ku ji 22 herêmên Yemen'ê ye bigihêje "1 milyon û 700 hezar kesên ku herî zêde muhtacê alîkarîya însanîyê ne." (ÎLKHA)