Di lehîyên ku li Sudanê pêk hatin de 75 kes canê xwe ji dest dan

Ji ber lehîyên ku li Sudanê ji ber barana zêde pêk hatin hejmarê kesên ku canê xwe ji dest dan derket 75 kesan.

Ekleme: 17.08.2022 10:05:33 / Güncelleme: 17.08.2022 10:05:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Konseya Parastina Sudanê hat belavkirin, di encama lehîyên ku ji ber baranên ku ji meha Hezîranê vir ve dibare de hejmarê kesên ku canê xwe ji dest dan derket 75 kesan, 30 kes jî birîndar bûn.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ji ber lehîyan ji 21 hezar û 500î zêdetir xanî zirarê dîtin, 6 hezar dekar ‘erd di bin avê de man û 117 heywan jî telifîn.

Ofîsa Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî jî daxuyandibû ku ji ber baranên zêde 136 hezar kes tesîrdar bûn. (ÎLKHA)