Otobûsa ku leşkerên Hîndistanê tê de bûn qeza kir: 6 mirî

Li Cam û Keşmîra ku di bin îşxalê de ye otobûsa ku leşkerên Hîndistanê tê de bûn qeza kir, di encama qezayê de 6 leşker mirin.

Ekleme: 16.08.2022 14:25:37 / Güncelleme: 16.08.2022 14:25:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref rayedaran ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku otobûs dema ku li herêma Pahalgamê di rêya çîyayê de derbas dibû ket nav çem, herî kêm 6 leşker mirin û gelek leşker jî birîndar bûn.

Hat îfadekirin ku leşkerên birîndar li Srînagarê hatin rakirin nexweşxaneyekî.

Li gorî agahîyên di nav otobûsê de herî kêm 39 leşker û 2 polês hebûne, sedema qezayê jî ji ber negirtina frêna otobûsê pêk hatîye. (ÎLKHA)