Îşxala 9 salî ya Fransayê a li ser Malîyê bi dawî bû

Fransa îlan kir ku yekîneya dawîn ya hêzên leşkerîyê ku di çarçoveya Operasyona Barkhaneyê de li Malîyê bûn welatê terk kirin.

Ekleme: 16.08.2022 09:40:31 / Güncelleme: 16.08.2022 09:40:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji Serokatîya Serkana Giştî ya Leşkerî ya Fransayê derheqê bidawîbûna mêtîngehê ya li Malîyê daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku yekîneyên ku di Platforma Çolê ya Operasyonelê ya li Gaoyê de bûn, platformê teslîmê hêzên leşkerî ya Malîyê kirin û di seatên nîvroyê de derbasê Nîjerê bûn. Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku wan yekîneyan bi emrê Serokkomarîyê ya ku di 17ê Sibatê de emr kiribû wan leşkeran ji derveyê Malîyê ji nû ve hatin organîzekirin.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Qesra Elyseeyê ve hat belavkirin Leşkerên Fransayê ku di Operasyona Barkhaneyê de bûn di seatên serê sibê de ji Malîyê derketin, bi tevî vê Fransa ew ê li Sahelê, Korfeza Gîneyê û Çola Çadê micadeleya xwe ya li hember terorê bidomîne. (ÎLKHA)