Zarokekî 3 salî yê ku di nav erebeyê de hatibû bîrvakirin canê xwe ji dest da

Hat destnîşankirin ku li Edeneyê zarokekî 3 salî yê ku malbata wî wî di nav erebeyê de bîrvakiribûn ji ber bêhewayê canê xwe ji dest da.

Ekleme: 16.08.2022 09:25:31 / Güncelleme: 16.08.2022 09:25:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li Taxa Yeşîlyuvaya li navçeya Seyhana navend welatîyan dîbînin ku di nav erebeyeke de zarokekî heye û xeberê ji polêsan re dişînin.

Polêsên ku hatin cihê meseleyê, dîtin ku zarokekê 3 salî canê xwe ji dest daye.

Hat diyarkirin ku di encama tehqîqatê de hat hînbûn ku zarok welatîyê Sûrîyê ye û navê jî Bedr Aldin Malahafjî bûye.

Hat ragihandin ku cesedê Bedr Aldin Malahafjî ji bo otopsîyê hat rakirin Sazîya Tib a ‘Edlî. (ÎLKHA)