Erebe li tirê qelibî: 2 mirî, 2 birîndar

Li Kinikanê erebeyek di pişt de li tirekî qelibî, di encama qezayê de 2 kes canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 15.08.2022 15:40:33 / Güncelleme: 15.08.2022 15:40:33 / Xeberen Kurdi / Osmaniye Haberleri
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, qeza li nêzê gişeyên Kinikan a li ser rêya Entab-Edene-Tersusê pêk hat. Erebeya di bin îdareya H.B. de bû li tira ku di bin îdareya E.C. de bû qelibî.

Bi xeberdayîna mirovan ji cihê qezayê re ekîbên polês, tenduristî û îtfaîye hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de 2 kesên ku di nav erebeyê de bûn canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)