Di lehîyên li Efxenistanê de di nav du rojan de 31 kes mirin

Li wîlayeta Perwana ku li nêzê Kabûla paytexta Efxenistanê ye bû du rojan baraneke zêde dibare û di encama wan baranan de jî lehî pêk hat, di wan lehîyan de jî 31 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 15.08.2022 15:15:39 / Güncelleme: 15.08.2022 15:15:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Barana ku li navçeyên Şînwarî û Sîyah Gîrda wîlayeta Efxenistanê dibare bû sedema lehîyê.

Di encama wan lehîyan de 31 kes canê xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref rayedaran ve hat daxuyandin ji 100 kesên ku bi avê ve çûn re hêj xeber nayê girtin û ew ji zêdebûna mirinê jî gilîdar in.

Gelek heywan û xanî jî ji lehîyê zirarê dîtin. (ÎLKHA)