Li Entabê tir û serwîsa karkeran li hev qelibîn: 6 birîndar

Di qezaya ku li Entabê tirek û serwîseke karkeran li hev qelibî de 6 kes birîndar bûn.

Ekleme: 15.08.2022 14:55:34 / Güncelleme: 15.08.2022 14:55:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, serwîsê karkeran ku di bin îdareya B.G. de bû li Herêma Senayîya 4emîn a Entabê li tira ku di bin îdareya A.Ç de bû qelibî.

Di encama qezayê de şofêrê serwîsa karkeran û 5 karker birîndar bûn.

Hat ragihandin kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan. (ÎLKHA)