Li Çekyayê balafireke temaşeyê ket

Li bajara Cheba Çekyayê di tertîpa ‘Aîr Day’ a roja hewayîyê de balafira herbê ya ji tîpa Hawker Hurricane Mk. IV. yê ku ji Herba Cîhana 2yemîn maye, bilindahîya xwe winda kir û li bajaroka Podhrada ku li nêzê Balafirgeha Chebeyê ye ket 'erdê.

Ekleme: 15.08.2022 10:25:28 / Güncelleme: 15.08.2022 10:25:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama qezayê de balafirvan canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Kesên ku li herêma ku balafir li wê ket xwarê dijîn destnîşan kirin  ku, motora balafirê ji gewdeyê wî qetîya û 10 metre dûrê xanîyekî ketîye ‘erdê.

Rêyên ku li derdorê xanîyê ne ji çûndin û hatinê re hatin girtin.

Li gorî Ofîsa Lêgerîna Qezayên Hewa yê Çekyayê, sala borî qezayên balafirê li Çekyayê zêde bûbû.

Ofîsa Lêgerînê  sala borî 946 qezayan lêgerîn kiribû, di encama qerarê de hat îfadekirin ku li gorî sala berîya wê qezayên balafirê ji sedî 17 zêde bûne. (ÎLKHA)