Li Dîyarbekirê şerê daxistina bar: Mirîyek

Wezîfedarî otoparqê di encama şerekî çekdar yê ku li Dîyarbekirê di navbera du koman pêk hat de canê xwe ji dest da.

Ekleme: 15.08.2022 09:35:30 / Güncelleme: 15.08.2022 09:35:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî îddîayan, komekî di 12ê Tebaxê seatên nîvroyê de di têketina otoparqê de bar daxistin. ji ber îtîrazê yên xwedîyên otoparqê ku gotibû wan baran têketina otoparqê asteng dike di navbera herdu koman de şer derket.

Di encama şerê de çek hatin derxistin û pevçûn pêk hat. Di encama pevçûnê de jî guleyek li .Î.B (22) yê wezîfedarî otoparqê ket.

Wezîferdarîyê birîndar jî bi ambûlansê hat rakirin nexweşxaneyê lê li nexweşxaneyê digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Polês derheqê bûyerê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)