Li Edeneyê qezaya motosiqlêtê: 2 mirî

Du kesên ku di nav motosiqlêta ku li peyareyê qelibî û dû re teqle avêtibû de bûn canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 15.08.2022 09:09:58 / Güncelleme: 15.08.2022 09:09:58 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li navçeya Çukurovaya Edeneyê, motosiqlêteke ku bi lez diçû, li peyareyê qelibî û dû re nêzê 25 metre pekîya.

Di encama qezayê de, S.A û E.Ş. yên ku li ser motosiqlête bûn canê xwe ji dest dan.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)