Serokê Giştî yê HUDA PARê li Wanê bi endamên çapemenîyê re hat ba hev

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê li Wanê di bergeha ziyaretan de bi wan endamên çapemenîyê yên neteweyî û mehelî re hat ba hev û pirsên wan bersivand.

Ekleme: 14.08.2022 14:20:32 / Güncelleme: 14.08.2022 14:20:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

“Tu feydeya wê tune ye ku êdî li ser mijara hilbijartinên pêşwext nîqaş bên kirin”

Yapicioglu derheqê pirsa “Gelo mimkûn e ku hilbijartinên pêşwext bên kirin?” de wisa axivî: “ Bi rastî jî hêj di vî warî de nîqaş tên kirin ka ew ê hilbijartin pêşwext bên kirin an di wextê wê de bên kirin. Bi ya min tu feydeya wê tune ye ku êdî li ser mijara hilbijartinên pêşwext nîqaş bên kirin. Çima? Lewra niha meclîs di tatîlê de ye û ew ê heta cotmehê jî di tatîlê de be. Ger meclîs li hev bicive û derheqê meseleya hilbijartina pêşwext de xebatekê bide destpêkirin herî zû ew ê karibe di biharê de dikare qerara hilbijartina pêşwext bê dayîn.Lewra divê Lijneya Hilbijartina Bilind di vî warî de amadehîyan bike û ji bo partîyên din jî di vî warî de karibin amadehîya bike divê ew jî bên agahdarkirin. Ji bo me a pêşwext û ya di wextê wê de jî ferqa nake. Em ji bo her duyan jî amade ne.”

“Ji bo tifaqê me soz nedaye ti partîyeke sîyasî”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de derheqê  meseleya tifaqê de jî wisa nirxandin kir: “Em wek HUDA PARê heta vê gavê jî me soza tifaqê nedaye ti kesî. Ez dikarim vê yekê bi şikleke mitleq bibêjim.Lê belê ev yek nayê wê maneyê ku ew ê di hilbijartinan de di nava tifaqekê de cî negire. Derdekî me ya mîna tifaqê tune ye, ger teklîf li me bê kirin em ê li gorî prensîb û şîarên xwe wê teklîfê binirxînin.Lê belê a niha me soza tifaqê nedaye tu kesî.”(ÎLKHA)