Li Pakistanê di qezaya ku qamyon û otobus tevlî bûn de 13 kes mirin

Di encama qezaya ku li Pêncaba Pakistanê pêk hat de 13 kes canê xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 14.08.2022 13:55:30 / Güncelleme: 14.08.2022 13:55:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li bajara Rahîm Yar Xarê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  otobusa rêwîyan a ku diçû bajara Rahîm Yar Xarê têket quncala mezin a di rê de û qamyona ku ji paşve dihat jî bi ser otobusê de ket.

Di encama qezayê de 13 kes canê xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)