Li Diyarbekir û Rihayê di nava meh û nîvê dawî de 20 kes xeniqîn

Hat ragihandin li Diyarbekir û Rihayê di nava meh û nîvê dawî de 20 kesên ku ji bo hênik bibin têketin avê xeniqîn.

Ekleme: 14.08.2022 11:05:30 / Güncelleme: 14.08.2022 11:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li herêmê germahî her ku diçe tesîra xwe zêdetir dike ku ji ber vê yekê gelê herêmê yê ku ji bo hênik bibin berê xwe didin gol û çemên li herêmê.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di nava meh û nîvê dawî de li Diyarbekir û Rihayê 20 kesên ku ji bo hênik bibin têketin avê xeniqîn.(ÎLKHA)