Li Koreya Başur hejmarê mirîyên ji ber baranê zêde dibe

Li bajarê Seul û derdorê wê ya Koreya Başur hejmarê kesên ku canê xwe ji ber barana zêde ji dest dan derket 14 kesan.

Ekleme: 13.08.2022 17:20:35 / Güncelleme: 13.08.2022 17:20:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku li Seulê ji serê hefteyê heta niha bi hezaran mal û dikan di bin avê de man, 7 hezar û 200 kes jî hatin tehlîyekirin.

Li gorî daneyên ku ji teref Baregeha Navenda Tedbîrên Ewlehîyê û Felaketê (CDSCH) ve hat belavkirin, 8 kes ji Seulê, 4 kes ji wîlayeta Gyeonggîyê û 2 kes jî ji Gangwonê bi tevahî 14 kes canê xwe ji dest dan.

CDSCH, daxuyand ku hêj ji 5 kesan jî xeber nayê girtin. (ÎLKHA)