Li Îspanyayê sehne hilweşîya: 1 kes mir, 40 kes birîndar bûn

Hat destnîşankirin ku li Îspanyayê di festîwaleke muzîkê de sehne hilweşîya, di encama hilweşîna sehneyê de kesek canê xwe ji dest da û 40 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 13.08.2022 16:50:16 / Güncelleme: 13.08.2022 16:50:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li bajara Valensîyaya ku li rojhilata welatê ye, hinek sehneyên festîwalê ji ber baya dijwar di seat 04.00an de hilweşîya.

Di encama qezayê de li gorî dîyarîyên ‘ewil kesek canê xwe ji dest da û 40 kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan. (ÎLKHA)