Li Entab'ê zarokê ku di bin qemyonê de ma jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Şehîtkamîl'ê zarokekî 8 salî, di encama lexistina qemyona ku li ber mala wî derbas dibû jiyana xwe ji dest da.

Ekleme: 13.08.2022 15:20:36 / Güncelleme: 13.08.2022 15:20:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor agahiyên hat bidestxistin qeza, di Mehela Çaglayan'ê ku girêdayî navçeyê ye de di demên ber evarkî de pêk hat. Muhemmed Bagdat'ê 8 salî yê ku li derve benda bavê xwe bû, di encama lêxistina qemyona ku plaka wê nedîyare de di bin qemyonê de ma.

Bi tesîra lexistinê zarok di nav xwîmê de ma, li ser xeberdayîna gelên derûdorê ekîbên tendirustiyê hatin cihê bûyerê û midaxele kirin û zarok birin Nexweşxaneya Dewlet'ê ya Şehîtkamîl'ê.

Bagdat li nexweşxaneyê hat rakirin cihê çavdêrîya awarte, lê digel temamê midexaleyan zarok jiyana xwe ji dest da.

Cesedê zarok piştî miameleya tipa 'edlî  ji bo denfkirinê li malbata wî hat teslîmkirin, di heqê qezayê de tehqîqet hat destpêkirin. (ÎLKHA)