Mescîda Kubayê ya ku Karwana Hêvîyê lê kiribû ji bo îbadetê hat vekirin

Mescîda Kubayê ya ku li Bangladeşê ji teref Karwana Hêvîyê ve di meha Nîsana 2022yan de hatibû lêkirin ji îbadetê re hat vekirin.

Ekleme: 13.08.2022 12:20:48 / Güncelleme: 13.08.2022 12:20:48 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bi dawîbûna bîra avê ku di hewşa mescîdê de hat vekirin jî him ew ê ji cemaata mizgeftê re û him jî ji mirovên herêmê re xizmetekî mezin bide.

Karwana Hêvîyê yê ku li çar alîyê dinyayê nîşanên payîdar çêdike, Mescîda Kubayê û Bîra Avê yên ku li Bangladeşê di meha Nîsana 2022yan de dest pê kiribû bidawî kir û da xizmetê.

Ji bernameya ku di hewşa mizgeftê de hat tertîpkirin re gelek xelq beşdar bûn. (ÎLKHA)