Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê, beşdarî bernameya Şehrîvan TV bû

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê ku di çarçoveya zîyaretên xwe de çûbû Wanê mêvanê bernameya Şehrîvan Tv bû, derheqê Wan û welatê de ji pirsan re bersiv da.

Ekleme: 13.08.2022 11:55:12 / Güncelleme: 13.08.2022 11:55:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê, di çarçoveya gerên welat de bû 3 roje li Wanêye  û bû mêvanê Şehrîvan TV.

Erdogan, di destpêka axavtina xwe de pêşî qala armanca HUDA PARê kir, û got ku ew partîyeke wisane ku bangê komekî an jî nîjadekî tenê nake, ferqa fikra sîyasî û mezhebî nake, ji hemû pirsgirêkên memleketê re eleqedar in û ji van pirsgirêkan re jî çareserîyên wan hene.

Yapicioglu derheqê hilbijartina pêşwext de jî axivî û diyar kir ku, digel krîzeke aborîyê hilbijartineke pêşwext tertîp bike mimkin xuya nake, Yapicioglu got ku krîza aborîyê alîkarîya ku ji hikumetê re heye kêm kirîye, hikumet jî heta ev pirsgirêkê çareser neke dilê wê tuneye ku here hilbijartinê.

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku HUDA PAR niha di nav tu tîfaqekî de cih nagre û destnîşan kir ku HUDA PAR ji tîfaqan re jî negirtîye, encax HUDA PAR di nav lêgerîna tîfaqekî de jî nîne. Ger ku teklîfeke ji bona welat û milletê bifeyde be ji wan re bê, ew ê di nav partîya xwe de  îstîşareyê bikin û bi wê şeklê ew ê qerarek bidin.

Yapicioglu di axavtina xwe de bal kişand ku hêna jî Meseleya Kurd nehatîye çareserkirin, bal kişand ku ev mesele meseleyeke heq, hiqûq û edaletê ye, ev mesele meseleyeke mezine ku li pêşîya welatêye û mitleqe ev mesele bê çareserkirin.

Yapiciogluyê bal kişand ku hedefgirtina pênaberan û tehmdana ji cihê herbê re xelat e, îfade kir zimanê hişk yê li ser miltecîyan însanan hêrs dike.

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku ew rejîma îşxalker a sîyonîst nas nakin û got ku rejîma îşxalker astengekî herî mezin ya di pêşîya aştîya cîhanê de ye. Yapicioglu, got ku kirina minasebetên sîyasî, dîplomatîk, leşkerî, aborî, û tiştên dinê yê bi rejîma îşxalker re di alîyê îşxalkirina ‘erdan de û di rijandina xwînê de wan îşxalkeran dide cesaretkirin. (ÎLKHA)