Serokê Giştî yê HUDA PAR'ê dikandarên Wan'ê zîyaret kir

Zekerîya Yapicioglu'yê Serokê Giştî yê HUDA PAR'ê bi endamên rêkxistinê re di bergeha ziyaretên li herêmê de li Wan'ê dikandaran ziyaret kir û derd û daxwazên wan guhdar kir.

Ekleme: 13.08.2022 11:45:39 / Güncelleme: 13.08.2022 11:45:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Programa Serokê Giştî Yapicioglu yê ku ji bo hin têkilîyan di roja 10'ê Tebaxê de çûbû Wan'ê dewam dike. Yapicioglu'yê ku di çarçoveya ziyaretkirina dikandaran de dikandarên Kolanan Ordu û Cumhûriyêt'ê zîyaret kir û diyarkir ku di welatê de tengasîya îqtîsadîyê heye.

Yapicioglu nimêja Înê di Mizgefta Mezin de kir, piştî nimêjê ji teref partîyîyan ve hat pêşwazîkirin. Yapicioglu'yê ku ji kesên ku li kenara rê rûniştî bûn re silav da, ji bo zîyaretkirina dikandaran jî derbasî Navenda Karê ya Ezbercîlera bû.

Yapicioglu'yê ku ji teref dikandaran ve bi dil û can hat pêşwazîkirin got ku tengasîya îqtîsadîyê li herkesî pir tesîr kiriye û ev tengasî li rojhilat û başûra rojhilatê hîn bêhtir tê hisîn.

 

Dikandarên ku behsa tengasîyên xwe dikirin gotin ku, bajarê Wan'ê di sînora Îran û Iraq'ê de ye lê ji van welatan têra xwe naye îstîfade kirin û ji rayedaran xwestin ku ji bo bazirganîya sînorî hîn zêdetir bibe bila hin gavan bên avêtin.

Dikandaran gotin ku dema ku bazirganîya sînorê pêşve biçe dibe ku li herêmê îqtîsada herî baş li Wan'ê be, dikandarên Wan'ê îfade kirin ku bi xêra seyyahên Îran'î li ser nigên xwe disekinin. (ÎLKHA)