2 zarokên ku ketin Çema Dîcle'yê xeniqîn

Li Bismil'a navçeya Diyarbekir'ê, 2 zarokên ku ji Sûrî bûn û ji bo hênik bûyînê ketibûn Çema Dîcle'yê xeniqîn.

Ekleme: 13.08.2022 10:40:38 / Güncelleme: 13.08.2022 10:40:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li navçeya Bismil'ê di demên nîvroyê de li Çema Dîcle'yê qewimî.

Li gorî agahiyên ku hat bidestxistin 2 zarokên Sûrî ku yek ji wan 5 yê dinê jî 6 salî bûn ji bo hênîk bûyînê ketin nav avê. Zarokên ku di nav avê de diperpitîn, demeke din ji ber çavan winda bûn.

Li ser xeberdayîna kesên derûdorê ekîbên tendirustî, îtfaiye û AFAD'ê hatin sewqkirin ji cihê bûyerê re. Ekîban laşên zarokan di hundirê avê de dîtin û ji avê derxistin.

Laşên zarokan piştî tetkikan ji bo miamela otopsîyê hatin şandin tipa 'edlî. (ÎLKHA)