Ji bo Midûrê Mektebê yê ku ji wezîfeyê hatibû kirin daxuyaniya çapemenîyê hat kirin

Li Diyarbekir'ê ji bo Mahmut Ercîl'ê ku ji wezîfeyê Midurtiyê yê Rekabet Kurumu Cumhûriyet Fen Lîsesî hat kirin daxuyaniya çapemenîyê hat kirin.

Ekleme: 12.08.2022 18:05:43 / Güncelleme: 12.08.2022 18:05:43 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Midûrê Rekabet Kurumu Cumhûrîyet Fen Lîsesî'yê Mahmut Ercîl, di encama tehqîqeta ku li ser şikayetên hin mamosteyan hatibû destpêkirin ji wezîfeyê xwe dest hat helanînkirin.

Li ser vê yekê hin dê û bav û xwendekaran li ber Midûriyeta Perwerdehiyê ya Amedê hatin cem hev û di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de ji rayedaran xwestin ku di zûtirîn demê de ev pêkanînên şaş ji holê rakin û midûrê îadeyê wezîfeya wî bikin.

Metna daxuyaniya çapemeniyê Serokê Komeleya Mensûb û Mezûnê  Lîseya Fenê ya Cumhuriyetê Mehmet Yavuz Kahraman xwend.

"Ji dema ku mamoste li vê mektebê dest bi karê xwe kir serketina grafîka mektebê zêde bûye"

Kahraman di daxuyaniya xwe de werê got, "Em wek dê û bav û xwendekarên Rekabet Kurumu Cumhuriyet Fen Lîsesî'yê ya ku ji bo berterefkirina karê neyînî ku weke şebekeya mûnasebeta qirêj komplo li ser midûrê mekteba me çêkirine hatin li vir. Tê zanîn ku mekteba me yê Rekabet Kurumu Cumhuriyet Fen Lîsesî li Diyarbekir'ê di serê mektebên herî bijarte serî de ye. Dema ku Mahmut Ercîl di vê mektebê de dest bi karê xwe kir serketina grafîka mektebê zêde bû û armancên vê mektebê her rojê derbas bû û ji bona ku hin din jî pêşdetir bibe gelek dixebitî. Gerek di serkeftinên li misabiqeyên tevahîya Diyarbekirê de û gerek jî di asta netewî de têkarîya mamoste Mahmut Ercîl neyê dîtin nabe."

"Komeke ku nimêjkirina xwendekaran hezmnedikirin xwestin ku bi midûrê me bedel bidin dayîn"

Kahraman got ku ev tişt 28'a Sibat'ê tîne bîra me û di dewama gotinên xwe de wilo got, "Kesên ku ji serkeftina mekteba me 'acizin û li ser vê 'acizbûnê hatine li cem hev û bûne komek ji xwe ra midûrê mekteba me kirine hedef. Em wek dê û bav û xwendekaran bang li Midûrîyeta Perwerdehîyê ya Bajêr dikin; kê û ji bo çi xwedî li wan kesên ku gerek armanca wan ji bona serfirazîya mektebê be lê ji dêla vê armancê xwendekaran ji bona ku menfeatên xwe û qezencên wan yê şexsî dişînin fêrgeh û dibistanên taybet derdikeve? Li gorî giştînameya Wezareta Perwerdehîyê ku ji bo 'îbadetkirina xwendekaran li mektaban dikarin mescîdê çêkin, lê li dijî Cumhurîyet Fen Lîsesîyê ku ji bona xwendekaran ku dikaribin bi rehetî nimêja 'înê  li wir bikin radibin. Komeke ku nimêjkirina xwendekaran hezmnedikirin xwestin ku bi midûrê me bedel bidin dayîn. Kê ji van kesên ku 28'ê Sibatê tîne bîra me dibe pişt?"

"Em ji rayedaran dixwazin ku di demê zûtirîn de midûrê me îadeyê wezîfeya wî bikin"

Kahraman di dawiya daxuyanîyê de wusa got:

"Divê netîceya midûrê mekteba me yê ku him li ser asta Diyarbekir'ê û him jî li ser asta neteweyî destê wî di serkeftina dibistanê de, bi taybetî di warê zanist, çand, spor û her cure xebatên civakî de hebû ne werê bûye. Her wiha midûrê mekteba me, ji bilî ku hemû hewldanan ji bo serkeftina hemû xwendekarên me di dibistanê de bi kesayetiya xwe ya nimûneyî jî ji bo xwendekarên me wek nimûne ye. Ji ber ku em dê û bav û xwendekarên dibistanê li dijî her cure neheqiyê ne û em ji rayedaran daxwaz dikin ku ev pêkanînên şaş ên li ser midûrê mekteba me Mahmut Ercîl, ku ji bo serkeftina dibistana me bi hemû hêza xwe dixebite, di demê zûtirîn de bên derxistin û li ser wezîfeya xwe vegerînin." (ÎLKHA)