Xortê Filistînî yê ku di êrîşa Xezze'yê de giran birîndar bûbû şehîd bû

Li Xezze'yê hejmara şehîdên ku ji ber êrîşên ku ji teref rejîma sîyonîst a îşxalker ve hatin kirin derket 49 kesan.

Ekleme: 12.08.2022 15:20:37 / Güncelleme: 12.08.2022 15:20:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Çapemenîya Filistîn'ê ragihand ku, xortê 22 salîyê ku navê wî Enes Xalid Enşasî bû û di êrîşa rejîma sîyonîst a îşxalker de giran birîndar bûbû gihaşt şehadetê.

Enşasî, di encama êrîşa rejîma îşxalker a ku bi qestî li ser komek însanê ku li rojhilata Xan Yunus'ê kiribû de giran birîndar bûbû.

Bi vî awayî hejmara şehîdên ku di encama êrîşa rejîma sîyonîst a îşxalker ku 3 roj dewam kir de derket 49'an.

Kesên ku di êrîşê de şehîd bûn ji 17 kesên wan zarok, 4'ê wan jî pîrek bûn. Di êrîşan de herî kêm 360 kesan jî hatin birîndarkirin. (ÎLKHA)