Waliyên hejmareke mezin ji bajarên bakur hatin guhertin

Biryar ji aliyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ve hatiye îmzekirin dû re di Rojnameya fermî de hat belavkirin.

Ekleme: 12.08.2022 12:15:40 / Güncelleme: 12.08.2022 12:15:40 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor biryarê erka 329 qeymeqaman hat guhertin.

Di encama biryarê de qeymeqamên hemû navçeyên Bakur ên ku biryar bû bên guhertin hatin guhertin.

Li gorî biryarê qeymeqamên Rezan, Sûr, Farqîn, Çinar û Çermûk yên Dîyarbekir, Qoser, Rişmil, Mehsert û Kerboranê yên Mêrdîn, Cizîr ya Şirnexê, Tatwan û Xîzan yên Badlîsê û gelek bajarokên dinê hatin guhertin. (ÎLKHA)