Yapicioglu piştî bernameyekî yê li radyoyekî li navçeya Muradîyeyê bi xelqê re hevdîtinek kir.
Yapicioglu destnîşan kir ku ew di sîyasetê de meseleyên ku herî zêde jê gilîdar in uslûba hişk e û ji xelqê re qala nerîna xwe yên ji sîyasetê re kir.
“Dema ku em bi tevahî dest bidin rastîyan û alîkarîyê bikin emê hemû bi hev re qezenc bikin”
Yapicioglu di axavtina xwe de destnîşan kir ku “Mixabin li welatê me zimanê sîyasetê gelek hişk e. Uslûba kirina sîyasetê û kirina opozîsyonê ji me re hinek ters e.” Û di berdewama axavtina xwe de qala uslûba ku di navbera îqtîdar û opozîsyonê de heye kir:
“Eger ku partîyek di îqtîdarê de be û tiştekî gelek rast jî bike opozîsyon weha dibêje, ‘Ez opozîsyon im û wê rexne dikim. An jî berevajiyê ev gotinê.’ Partîyekî opozîsyonê jî rexneyeke bi heq, anjî bertekeke biheq nîşan bide îqtîdar jî weha dibêje ‘Ji xwe opozîsyon gotîye bavêje çopê’ gerek ewakî nebe… Ger ku em bi tevahî, hemû partîyên sîyasî, hemû ehlê sîyasetê an jî kesên li pey wan diçin li ser vê meseleyê bihev bikin; ku em dikaribin ji rastîyê re rast, xelatîyê re xelat bibêjin ev tişt ji bona me hemûyan ew ê xweşiktir bibe. Tu kes bêxeta nîne. Em hemûyan yek bi yek dikarin ku xetayan bikin. Dibe ku ê kesekî 99 heb rastîya wî hebe, yek xelatîyekî wî hebe, ê yekî dinê jî dibe ku 50 xelatî û 50 rastîya wî hebe. Em beşer in… tiştê ku li gorî min rast e dibe ku li gorî re xelat be an jî tiştê ku li gorî te rast be dibe ku li gorî min xelat be. Pirsgirêk ne ev e. Lê bila hemû kes ev tiştê baş zanibe ku tu kes ji sedî sed rast e tuneye, tu kes ji sedî sed ne rast e. Însanê ku tu dibêjî ev însan ev ê herî rast e ew însan jî dikare xelatan an jî xetayan bike, an jî însanekî ku xelat û xetayan bike jî dibe ku rastîyê bike û bibêje. Nexwe em di vê meseleyê de di nav îttîfaqê de bin, ger ku dest bidin rastîyan, heqîyê û heqîqatê bi îzna Xwedê em ê tev bi hev re qezenc bikin. Rastîyê, kê dibêje bila bibêje; rastî ye. Kesekîyê xelat jî ger ku rastîyê bibêje wê rastîyê di xwe de tiştek winda nake.”
“Mirov gerek di rexneyê de xwedî însaf be”
Yapicioglu destnîşan kir ku îqtîdar jî opozîsyon jî an jî teqîpvanên wan li hemberê rastîyên hev bipêşdar in, Yapicioglu destnîşan kir ku herdû alî jî di vê meseleyê de xelat in.
Yapicioglu axavtina xwe weha domand, “Dema ku tu ji îqtîdarê bipirsî li memleketê pirsgirêk zêde tunene, opozîsyon her tiştî zêde dike. Dema ku ji opozîsyonê re bipirsî tu rastîyeke îqtîdarê tuneye hemû tişt ji kokê xelat e. Wek ku hûn jî zanin ku di vê demên dawîn de pirsgirêkên aborî tên jîyankirin… dema ku zilamê zanyar, şîroveker an jî rojnamedarekî yên nêzê îqtîdarê xeber bidin weha dibêjin, ‘Hûn ji aborîyê pir şîkayet dikin lê niha di dinyayê de pirsgirêkek heye, ev pirsgirêk ji ber Tirkîyeyê nîne, li her derî pirsgirêk heye.’ Ji yekê opozîsyon jî bipirsî ew jî weha dibêje, ‘Ger ku sîstema Serokkomarîyê tunebûna, sîstema Serokatîyê tunebûna, sîstema parlamenterê hebûna van pirsgirêkan tu dem ew ê çênebûna.’ Ev herdû jî ne rast in! di herduyan de jî dibe ku hinek rastî hebe lê gerek mirov xwedî însaf be. Mirov gerek ji xwar re xwar ji rast re rast re bibêje.”
“Li welat hejmarê kesên ku rastîyê dikin zêde bibe ew ê hemû welat qezenc bike”
Yapicioglu qala armanca hevdîtina ku bi xelqê re dike jî kir û got ku ew van pirsgirêka bi çavên xwelqê dixwazin ku binherin.
Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de weha got, “Niha hinek pirsgirêkan hene. Em dixwazin ku meseleyekî ji ber ku partîyeke dinê gotîye anjî kirîye na, dema ku rexne bikin bi çavê xelqê li wê tiştê binhêrin. Em dixwazin ku rastîya wê meseleyê çîye, rast e rast wî hîn bibin, heqîqatê derxin holê û heqê herkesê teslîmê wan bikin. Xelatîyê jî bi xêzên net tespît bikin, derxin holê ku wan kesên ku xelatîyê kirine jî bila îmkana rastkirina xwe bibînin. Kê ku ji xelatîyê vegere ev kar e. Partîya Ayê, partîya Byê, partîya Cyê, partîya ku li îqtîdarê ye an jî di opozîsyonê de ye ferq nake; dibe ku memur be, bîrokrat be, karker be, gundî be kê dibe bila bibe li kesên ku li welat rastîyê bikin, mirovên ku li alîyê heqîyê û heqîqetê ne hejmarên wan zêde bibe ew ê memleket qezenc bike.”
Yapicioglu piştî axavtinê pirs û pirsgirêkên gundîyan gohdar kir û bi gundîyan re fotoxrafan kişand.
Hat destnîşankirin ku ew ê zîyaretên Yapicioglu li Wanê bidome. (ÎLKHA)