Erebe li kerîyê pez qelibî gelek mêşin telef bûn

Hat destnîşankirin ku erebeyek li ser rêya Mûş-Çewligê ket nav kerîyê pez. Bi dehan mêşin telef bûn.

Ekleme: 12.08.2022 10:50:35 / Güncelleme: 12.08.2022 10:50:35 / Xeberen Kurdi / Muş Haberleri
Destek için 

Qeza di seatên serê sibê de, li nêzê gundê Qijiltaxa ku girêdayê navenda Mûşêye pêk hat.

Li gorî agahîyan kerîyê pez ê gundên derdorê ku ji zozana vedigerîya, ji bona ku zirarê nedin ‘erdên çandî di rê de derbas bûne, di çûndina kerîyê de erebeyeke ku plaqeya wê û nasnameya şofêrê wê nehatîye hînbûn ket nav kerîyê.

Di encama qezayê de bi dehan mêşin telef bûn, di erebeyê de jî xesara meddî pêk hat. (ÎLKHA)