Li Efxenistanê alimek di nav mesreseyê de hat qetilkirin

Hat destnîşankirin ku li Kabûla paytexta Efxenistanê di medreseyê de ji teref xwekujekî ve êrîş li Şêx Rahîmullah Hakkanî hat kirin û di encama êrîşê de Hakkanî hat qetilkirin.

Ekleme: 12.08.2022 09:40:35 / Güncelleme: 12.08.2022 09:40:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bîlal Kerîmîyê ji berdevkên Emîrtîya Îslamê yê Efxenistanê daxuyand ku, Şêx Rahîmullah Hakkanîyê ku akademîsyen û alimekî yê ku li herêmê dihat naskirin di encama êrîşekî de hat şehîtkirin û ew ji şehîdbûna Hakkanî gelek bi keder bûne.

Medyaya Efxanî destnîşan kir ku Hakkanî, li medreseyê di dema ku dersê dida de êrîş lê hat kirin. Hat diyarkirin ku xwekuj bombeyê kirîye nav pîyê xwe yê protez û hatîye nêzê Şêx Rahîmullah û xwe teqandîye.

Hat îfadekirin ku DAÎŞ xwedî li êrîşê derket. (ÎLKHA)