Li Almanyayê trênên kêfê li hev qelibîn: 2 jê giran 34 birîndar

Hat destnîşankirin ku li bajaroka Gûnzburga li wîlayeta Bavyeraya Almanyayê di parqekî kêfê de du trênên kêfê li hev qelibîn, di encama qezayê de 2 jê giran tevde 34 kes birîndar bûn.

Ekleme: 12.08.2022 09:05:34 / Güncelleme: 12.08.2022 09:05:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin, doh li başura welat di parqekî kêfê de du trênên lez yên kêfê li hevdû qelibîn û di encama qezayê de du jê giran tevde 34 kes birîndar bûn.

Bi xeberdayîna mirovan ji cihê qezayê re gelek ekîbên tenduristîyê, îtfaîye, lêgerîn û xelaskirin û 3 heb jî helîkopter hatin sewqkirin.

Hat ragihandin ku kesên birîndar hatin rakirin nexweşxaneyê û ji bona ku sedema qezayê bê diyarkirin jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)