Ji Karwana Hêvîyê ji bo Xezze'yê banga alîkarîya acîl!

Karwana Hêvîyê, xêyrî xebatên alîkarîyê ku li pir welatên dinyayê dike li Filistîn'ê jî xebatên alîkariyê ya domdar dike, piştî bombebarana îşxalkerên sîyonîst ji bo Xezze'yê kampanyaya banga alîkarîya acîl da destpêkirin.

Ekleme: 11.08.2022 17:20:36 / Güncelleme: 11.08.2022 17:20:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Cengîz Kurtaran'ê Serokê Giştî yê Weqfa Karwana Hêvîyê ku di heqê xebatên alîkariyên xida, xwarina germ, bijîşkî û maddî de ji muxabîrê ÎLKHA'yê re peyivî û got ku, ji bo Filistîna ku her tim alîkarî bi wan tê kirin re piştî van bûyerên di dawî de pêk hat me banga alîkarîya acîl  kir û xebat da destpêkirin.

Cengîz Kurtaran

Kurtaran gotinên xwe wusa dewam kir, "Em wek Karwana Hêvîyê her tim li cem birayên xwe yî Filistînî ne. Me'lûm e ku, beriya çend rojan di encama bombebarana balafirên şer ên çeteyên îsraîlê de, bi taybet herêmên ku sivîl lê dijîn, wêneyên nexweş dilê me êşand. Bi tevayî 47 birayên me yên Filistînî şehîd bûn. Ji van şehîdan 17 kesa zarok, 4 kes pîrek û 2 kesan jî îxtîyar bûn. Di tevahiya salê de em bi piştgiriya xêrxwazan alîkariya xwe digihînin xwişk û birayên xwe yên ku li wir in. Me dîsa jibo Xezze'yê banga alîkarîya acîl kir. Bi taybetî malên bi temamî wêran bûne û cihên niştecihiyê jî qismî wêran bûne hene. Niha di sektora tenduristiyê, nexweşxaneyan de bi taybetî ji ber qutbûna ceyranê pêwîstî bi sotemeniyê heye. Bi taybetî kesên ku jiyana xwe bi cîhazan didomînin di rewşeke pir xirab de ne. Me bangek ji bo projeyên alîkariyên lezgîn ên wekî alîkariya maddî û xwarinê, nemaze pêdiviyên bijîşkî kir. Em ê hewl bidin ku birînên birayên xwe yên li wir bipêçin. Em ê alîkariyên ku xêrxwazên me gihandine di demeke kin de bigihînin wir. Xweda'yê Te'ala xêra birayên me yên ku bexş kirine ji niha ve qebûl bike." (ÎLKHA)