PKK/YPG'yîyekê ku bi tevî êleka xwekujîyê ku li xwe kiribû hat girtin

Suleyman Soylu'yê Wezîrê Karên Hundurîn diyarkir ku, di herêma Azez Mera'yê de PKK/YPG'yîyekê ku bi tevî êleka xwekujîyê ku 1.8 kîlo teqemenîya plastîka C-4 li ser bû hat girtin.

Ekleme: 11.08.2022 16:15:33 / Güncelleme: 11.08.2022 16:15:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîrê Karên Hundurîn Suleyman Soylu di daxuyaniya ku ji ser hesaba xwe ya Twîtter'ê belav kir de werê got, "Di operasyona hevpar a Hêzên Erkî yên Surîye'yê û Miduriyeta Şaxa Saloqatîya Xetay'ê de di bin kordînasyona Serokatiya Saloqandina Ewlehiyê de; li herêma Azez Merayê Ebu 'Elî kod Hasan Najjar'ê ku endamê Rêkxistina Terorê ya PKK/KCK'yê ye, bi tevî êleka 1.8 kîlo teqemenîya plastîka C-4 li ser bû û bi muhîmmatan hat girtin." (ÎLKHA)