Ji pêşniyazîya “Ji pîrekên zewicandî re dayîne mafê emekdarîyê” ya HUDA PARê re piştgirî

Li Enqereyê ji pêşniyazîya “Ji pîrekên zewicandî re dayîne mafê emekdarîyê” ya HUDA PARê ku ew ê berdanê hêdî bike û zewicandinê teşwîq dike re bi teqdîrî hat pêşwazîkirin.

Ekleme: 11.08.2022 15:25:37 / Güncelleme: 11.08.2022 15:25:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daneyên ku ji teref TUÎKê ve hat belavkirin ji sedî 28ê ji nifûsa pîrekên me bermalîyên dike. Enqereyîyan jî pêşniyazîya “ji bermalîyan re emekdarî” ya HUDA PARê re piştgirîyê dan û îfade kirin ku gerek van pîrekên bermalî bi bêkar neynê nirxandin û mafên wan a emekdarîyê jî bê dayîn.

HULYA UYGUN

“Bermalîyan 7 roj û 24 seat dixebitin”

Hulya Uygun destnîşan kir ku emekdarî ji bermalîyan re mafek e û gotinê xwe weha domand, “Ji xwe emekdarî mafê bermalîyan e; ew zarokên xwe dinhêrin û pîrekeka ku di mala xwe de dixebite ye. Di malê de karker e hetta li gorî min karkereke giran e. Çîmkî 7 roj û 24 seat dixebite. Seata we yê measîyê tuneye. Her daîm dixebite. Jimtirê pêşniyazeke mantiqî bûye.”

YÎGÎT DEMÎRTAŞ

Yigit Demîrtaş jî got ku, “Ciheke muhîm ya pêşî xebatkarên me dû re jî yan dayîkên me hene. Ez difikirim ku alîkarîyek ji wan re jî bê kirin. 25 sal demeke hindik nîne, hema hema dibe 30 sal. Bi rastî jî îhtîyacîya wan jî ji alîkarîyê re heye. Eger ku bê tetbîqkirin jimtirê tişteke baş ew ê bibe.”

Mahmut Îpekê ku got ev teklîfa HUDA PARê yê “ji bermalîyan re emekdarî” baş e û gerek hemû kes alîkarîyê bide ji ev teklîfê re.

MAHMUT ÎPEK

“Ji bona ku nesla dê berdewam bike teşwîqeke ewakî dibe ku bibe”

ATA TAŞDEMÎR

Ata taşdemîrê welatî jî got ku li Ewrupayê tişteke ewakî heye, ku li Tirkîyeyê jî tiştekî ewakî hebe jimtirê baş e û Ata weha gotinê xwe zêde kir, “Ji bilî pîrekên ku 25 salan zewicî dimînin, li Almanyayê sîstemeke wuha heye; ji bona dayîkan serê her zarokekî 3 salan mafê sîgortayê heye. Mînak ku 3 zarok be 9 sal û 5 zarok be jî 15 salan sîgortayê dide. Dibe ku sîstemeke ewakî bibe. Ji bona nesla dê berdewam bike jî sîstemeke ewakî dibe ku bê kirin.”

MURAT AVCI

Murat avciyê welatî jî ev fikrê parast ku gerek jinên ku naxebitin neynê emekdarîkirin.

ENES ATASOY

Enes Atasoyê ku ji pêşniyazeke ewakî re şaşwaz bû jî weha got, “Eger ku HUDA PAR daxuyanîyanîyeke ewakî kiribe ez sipasîyan ji wî re dikim. Min heta niha ji partîyên wek HUDA PARê fikreke ewakî nebihîst. Ev fikr gelek xweş e, ji ber vê yekê ez hurmetê didim û alîkarîyê didim ji vê fikrê re.”

“Ji bona ku şev û rojên xwe kirine yek fikreke gelek xweş e”

GURSEL KILIÇ

Gursel Kiliça welatî jî weha got, “Ji dayîkên ku 25 salan ji bona ku malbat li pîya bisekine bi dil û can dixebite re dayîna îmkanekî ewakî ew ê gelek xweşik be. Ji bona me ew ê sebebeke gelek xweş be. Çîmkî di vê demê de zewac ew qas dirêj najon. Sebr û qeweta însanan nemaye. Berdan jî zewac jî rehet bûye. Derdor bi kesên jinebî tijîye.”

NEVZAT ERYILDIRIM

Nevzat Yildirim jî derheqê pêşniyazîyê de fikr û ramanên xwe got û weha axivî, “Ev fikr bi rastî jî gelek xweş e, înşaallah çêbibe.”

SEHER DOGAN

Seher Doganê welatîya ku got ew ê ev teqlîf berdana jî hêdî bike û zewacê jî rehet bike gotina xwe weha domand, “Niha kesên ku di malê de dixebitin karker nahesibînin. Lê di malê de jî tê xebitandin, zarok hene kar hene. Ev pêşniyazî ji bona ku şev û rojên xwe kirine yek gelek xweşik e.”

EMÎNE CANDAN

Emîne candana ku 28 salan zewicandîye jî destnîşan kir ku ew li pişta ev daxuyanîyê ye û alîkarîyê dide vê daxuyanîyê û gotinên xwe weha domand, “Ez jî pîrekeka bermalî me. 28 salan zewicandîme. Teqlîfa HUDA PARê tişteke gelek xweşik e û li alîyê bermalîyan bûye. Bi îzna Xwedê ez ê li vê  meseleyê binhêrim û lêgerîn bikim.” (ÎLKHA)