Li Kongoyê di êrîşa girtîgehê de ji 800î zêdetir mehkum fîrar kirin

Hat hînbûn di êrîşa ku ji teref komeke çekdar ve li Girtîgeha Kakwanguraya ku li wîlayeta Kivuya Bakura Komarîya Demokratîka Kongoyê ye hat kirin de ji 800î zêdetir mehkum fîrar kirin.

Ekleme: 11.08.2022 11:20:33 / Güncelleme: 11.08.2022 11:20:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin ji teref komeke çekdar ku nasnameyên wan nayê zanîn ve êrîş li Girtîgeha Kakwanguraya ku li wîlayeta Kivuya Bakura Komarîya Demokratîka Kongoyê ye hat kirin.

Ji teref rayedareke girtîgehê ku navê xwe diyar nekir ve hat îfadekirin ku di encama êrîşê de ji 800î zêdetir mehkum fîrar kirin û nêzê 50 mehkuman jî nikaribûne birevin.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref artêşa Komarîya Demokratîka Kongoyê ve hat daxuyandin, hat diyarkirin ku di êrîşê de 2 polês û 1 sîwîl hatin kuştin, girtîgeh jî zirarê dît.

Hat hînbûn koma ku êrîşê kir ji 80 kesî tê diqewime û hemû mehkumên girtîgehê jî berdan e. (ÎLKHA)