Li Burkîna Fasoyê 15 leşker hatin kuştin

Hat destnîşankirin ku li bakura Burkîna Fasoyê êrîşek hat kirin, di encama êrîşê de 15 leşker hatin kuştin.

Ekleme: 11.08.2022 11:05:34 / Güncelleme: 11.08.2022 11:05:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin erebeya leşkeran ku di cihê Bourzanga-Djîboya ku li herêma Centre-Nordê ye de derbas dibû pêlê mayînê kir.

Hat diyarkirin erebeya leşkerîyekî yê dinê jî ku piştî bûyerê ji cihê meseleyê re hatîye sewqkirin jî pêlê mayînê kir.

Di encama herdu bûyerê de jî 15 leşker mirin, leşkerek jî birîndar bû.

Li Burkîna Fasoya ku tim û tim êrîşên ewakî tên kirin, ji sala 2015an heta 2021an jê 600î wan hêzên ewlehîyê bi tevahî 2 hezar kes canê xwe ji dest dan. (ÎLKHA)